Li Gaziyê li hember şerê Qesrê berxwedan

Li Taxa Gazî polîsên tîmên taybet ên rûyê wan girtî, derdor gulebaran kirin, li mirovan xistin û kirin binçavan. Li ser vê yekê gel herikî kolanan, barîkat danîn û li hember şerê Qesrê ketin nav berxwedanê.

Bi armanca protestokirina êrîşên Qesrê yên li hember gelê Kurd milîsên YDG-H, MLKP û TKP ML çalakî pêk anîn.

Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin. Ji ber bombeya gazê herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Paşê polîsên tîmên taybet ên rûyê wan girtî hatin taxê û derdor gulebaran kirin.

Polîsan ji rojnamevanan re gotin, “Em dizanin hûn kî ne, hûn terorîst in”, şîdet pêk anîn û nehiştin dîmenan bigirin.

Li gor agahiyên herî dawî 4 kes hatine binçavkirin, gel jî diherike kolanan

Paşê barîkat hat danîn. Ciwanên li ber barîkatan bi dirûşman şerê Qesrê protesto kirin. Berxwedana gelê Kurd silav kirin.

Polîsan êrîşî barîkatên li ser Cadeya Îsmetpaşa kirin. Li ser vê yekê girse vekişiya kolanan. Li kolanan di navbera ciwan û polîsan de pevçûn hene.

Li gel vê li hin kolanan lambeyên li ser rêyan vemirîne.