Li Gare û Metîna tevgera hewayî dîsa destpê kir

Hat ragihandin ku tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk li herêmên Gare û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, careke din destpê kiriye.

Hat ragihandin ku tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk li herêmên Gare û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, careke din destpê kiriye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji saet 10:40 û pê ve 2 balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêmên Gare û Metîna geriyane. Nehat zelalkirin ku balafiran bombe barandine yan na. Tevgera hewayî ya li herêmê hînê dewam dike.