Hat ragihandin ku di encama pevçûna li navçeya Çelê ya Colemêrgê qewimî de leşkerek mir, artêşa Tirk bombeyên fosfor ên hatine qedexekirin avêt Çiyayê Gabarê û agir bi herêmê ketiye. Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin, gerîlayan li Şirnexê agir berdan sê wesayîtên ji bo çêkirina rêyên bejahî dixebitîn.
LI ÇELÊ LEŞKEREK MIR
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de ragihand ku di encama pevçûna di 21’ê hezîranê demjimêr di 07.30 de li gundê Bilêcanê yê navçeya Çelê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk a “dagirker” de qewimî, leşkere mir û 2 leşkerêndin jî birîndar bûn.
LI ŞIRNEXÊ 3 MEKÎNEYÊN KAR HATIN ŞEWITANDIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayan di 21’ê hezîranê demjimêr di 17.30 de, di navbera navçeya Dihê ya Sêrtê û Basa ya Şirnexê de li hemberî şantiyeyên şîrketên ji bo artêşa Tirk rê di navbera qereqolên Suandiye û Bizinka yên li Gabarê de çêdikin çalakiyek li dar xistine û di encamê de gerîlayan agir berdane 3 makîneyên kar ji aliyê gerîlayan ve hatine şewitandin.
LI GABARÊ BOBMEYÊN FOSFOR HATIN KARANÎN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk çekên fosfor ên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin li Gabarê bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirk a “dagirker” di 20-21’ê hezîranê de li Çiyayê Gabar ê li Şirnexê, li Çiyayê Findikê, Çiyayê Bizinan û gundên Derşew û Basret bombeyên fosfor bi kar anîye.
BEJAHIYA ROBOSKIYÊ HAT BOMBEBARANKIRIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Tirk bejahiya gundê Roboskê yê navçeya Qilabanê ku di 28’ê berfanbara 2011 de di encama êrîşa balefirên Tirk de 34 kesên sivîl têde jiyana xwe ji dest dabûn, daye ber obîs û hewanan. HPG’ê ragihand ku topbaran di 20-22’ê hezîranê de li dijî deverên Kaniya Xiyaran û Meymûn ên li nêzî Roboskî pêk hatiye.
LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞ
Piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Oremarê ku herî kêm 109 leşker hatin kuştin êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de zêde bûn.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê deverên êrîşên li hemberî wan pêk hatine wiha ne:
“Di 21’ê hezîranê, saet di navbera 09.00 û 16.00 de li dijî herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Çiyayê Reş yê girêdayî bajaroka Şêladizê ya navçeya Amêdiyeyê ji aliyê balefirên artêşa Tirk a a dagirker ve bi obîs û hewanan hatiye bombebarankirin.
Di 22’ê hezîranê saet di navbera 03.00 û 05.00 dijî Şkefta Birîndaran û Girê Xeregol a ser bi Herêma Zapê ya ser bi bajaroka Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balefirên şer hatiye bombebarankirin.
Di 22’ê hezîran demjimêr di 04.00 û 05.00 de, devera Mêrdînkê yê de li herêma Metîna ya ser bi navçeya bajaroka Şêladiza ya Amêdîyê û gundê Mêrdînkê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balefirên şer hatine bombebarankirin. Ji ber bombebaranê gelek baxçe û gorristanên gund ziyan dîtin.
Di 22’ê hezîranê saet di navbera 04.00 û 05.00 Doka Mutefa ya ser bi Herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de pira gund a li herêmê hilweşiyaye.