Li Fintkê hezar ji bo xwerêveberiyê meşiyan
Li bajarokê Fintkê yê navçeya Basa bi hezaran kesî ji bo piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyê yên di bin êrîşên dewleta Tirk de ne, meş li dar xistin.
Li bajarokê Fintkê yê navçeya Basa bi hezaran kesî ji bo piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyê yên di bin êrîşên dewleta Tirk de ne, meş li dar xistin.
Leşker xwestin bibin asteng, ev jî bû sedama aloziyê.
Li bajarokê Fintkê yê navçeya Basa ya Şirnexê bi hezaran kesî ji bo piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyê yên Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Kerboranê yên di bin êrîşên dewleta Tirk de ne, di pêşengiya rêxistinên DBP’ê û HDP’ê yên bajarok de meş li dar xistin. Bajarok ji aliyê gelek wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin, anonsên, “Meş derveyî qanûnan e” hatin kirin.
ANONSAN ASTENG NEKIR
Girseyê li anonsan guhdar nekir, li ser hewldanên astengiyê yên leşkerên Tirk jî aloziyek demkurtî hat jiyîn. Tevî hemû astengiyan jî girseyê bi dirûşmeyên piştgiriya Cizîr, Silopiya, Kerboran, Nisêbîn û Sûrê ve rêya xwe domand.
‘HETA ZILM HEBE XEW LI ME HERAM E’
Meş li qada navenda bajarok bi dawî bû. Ahmet Ece li vir axaftinek kir, bi bîr xist ku li ser gelê Kurd qirkirinek heye, wiha got: “Ji pitikên 6 mehî heta dayikên 70 salî bi dehan mirovên me hatin qetilkirin. Em li her qadê jiyanê li dijî van qetlîamana bisekinin. Heta ev zilm bi dawî nebe, xew li me heram e. Berxwedana heyî tenê wê bi hin navendan re sînordar nemîne. Pêwîst e ev berxwedana bigihêje her derê.”