Li Farqînê qezaya trafîkê: 4 polîs birîndar

Li Farqînê qezaya trafîkê: 4 polîs birîndar

Li navçeya Farqîna Amedê wesayîta polîsan ji rê derket, 4 polîsên di wesayîtê de birîndar bûn.

Di qezaya trafîkê ya di derketina Farqînê li ser rêya gundê Korît rû dayî, polîsên di beşa TEM’ê yên Midûriyeta Polîsan ya Farqînê erkdarin ji cihên cûda yên bedena xwe birîndar bûn. Polîsên birîndar yên di wesayîta ji rê derketî de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Hate îdîakirin ku, qeza ji ber sedema wesayîtekî din tengav kiriye, rû daye.