Li Farqînê esnafan derabe venekirin

Li Farqînê esnafan derabe venekirin

Li Farqîna Amedê esnafan ji bo cenazeyê gêrîla Yûsûf Kirtay (Dilovan Amed) îro kepenk venekirin.

Cenazeyê gêrîla Yûsûf Kirtay (Dilovan Amed) yê ku di çalakiya li hemberî Qereqola Şitazin ya Oremara girêdayî Navçeya Gevera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve ji Meletiyê hate girtin û anîn Navçeya Farqîna Amedê. Li navçeyê esnafan ji ber merasîma cenazeyê ku dê îro weke lidarxistin derabe venekirin. Di navçeya ku tenê firin û eczane vekirîne Rêxistina BDP'a Farqînê jî paçekî reş li avahiya xwe daliqand. Çav lê ye ku cenazeyê gêrîla Dilovan dê li Goristana Şehîtlîk ya Taxa Tekelê were veşardin.