Li Ezazê bi dehan çete hatin kuştin

Li Ezazê di şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çeteyên DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El Şam de bi dehan çete hatin kuştin.

Li Ezazê di şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çeteyên DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El Şam de bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha çete bi top û çekên giran êrîşî gundên Bênê û Mîrîmînê yên girêdayî navçeya Şêrewa dikin, HSD’e jî dijêrîşan pêk tîne.

Li gundên Şêwarxa û Malîkiye yên Ezazê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam de pevçûn didomin. Çeteyên bi hawan, katyûşa û doçkayan êrîş dikin rastî êrîşên tund ên şervanên HSD’ê tên. Di pevçûnên li nêzî Embara Genim a li derdora gundê Şewarxa de bi dehan çete hatine kuştin, hate dîtin ku balafirên Rûs jî qadên pevçûn lê zêde bûne bomberdûman dikin.

Hate dîtin ku di van saetan de şervanên HSD’ê êrîşên çeteyan şkandin û pêş de diçin.
Li gel vê, hate ragihandin ku çete bi top û çekên giran êrîşî gundên Bênê û Mîrîmînê yên girêdayî Şêrawa dikin. Li hember êrîşên çeteyan, HSD’ê jî dijêrîş pêk anî. 

LI ŞÊXMEQSÛDÊ REWŞA ARAMÎ HEYE

Hate diyarkirin ku îro li Şêxmeqsûdê ya duh bibû hedefa topên El Nûsra û Ehrar El-Şam, atmosferek aramî serwer e.