Li Eyn Îsa derba li DAIŞ'ê hat xistin
Çeteyên DAIŞ'ê yên duh êrîşî gundên li başûrê Eyn Îsa kirin, ji hêzên QSD'ê derba giran xwarin. Çeteyên 15 cenaze li dû xwe hiştin, neçar man birevin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên duh êrîşî gundên li başûrê Eyn Îsa kirin, ji hêzên QSD'ê derba giran xwarin. Çeteyên 15 cenaze li dû xwe hiştin, neçar man birevin.
Çeteyên DAIŞ'ê di 7'ê Tîrmehê de êrîşî gundên Hebsawî, Qedriye û Indîbat ên bi 20 kîlometreyan li başûrê bajarokê Eyn Îsa ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di cih de bersiv dan êrîşa çeteyan. Di encama şerê saet û nîvekê de êrîş hemû hatin şikandin.
Li dû şikandina êrîşê, li herêmê xebatên lêgerînê hat destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên QSD'ê hatine wergirtin, ji çeteyên di şer de hatin kuştin cenazeyê 15 çeteyan ketin destê şervanan.
Li aliyê din, balafirên koalîsyonê jî çend caran li baregehên çeteyên DAIŞ'ê xistin. Encamên êrîşên hewayî nehat hînbûn.