Li Ewropayê komkujî û tecrîd hatin protestokirin

Komkujiya li Pirsûsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên şermezarkirin. Di protestoyên ku AKP û DAIŞ bi tundî hatin şermezarkirin de, banga xurtkirina çalakiyan hat kirin.

Komkujiya li Pirsûsê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên şermezarkirin. Di protestoyên ku AKP û DAIŞ bi tundî hatin şermezarkirin de, banga xurtkirina çalakiyan hat kirin.

BONN: Li bajarê Elmanya Bonnê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sara, li Munster Platzê tecrîd û komkujiya li Pirsûsê hatin şermezarkirin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Sara Ayda Ekmezkiliç di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê Ocalan azad bibe û destnîşan kir ku navnîşana çareseriya rewşa kaotîk a li Rojhilata Navîn paradîgmaya Ocalan e. Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin ser komkujiya li Pirsûsê û hat gotin ku komkujî wê li pêşiya têkoşîna wan nebin asteng.

VASTERAS: Li bajarê Swêd Vaterasê jî duh êvarê bi xwepêşandanekê re komkujî hat protestokirin. Ji ciwanên beşdarî xwepêşandanê bû Shîar Saîd li vir peyivî û anî ziman ku ciwanên li Pirsûsê ne bi tenê ne û komkujî lanet kir. Di çalakiya li Meydana Sîgmatorget de nivîskarê Kurd Kemal Qoserî û ji rêveberên Partiay Çep a bajarê Vasterasê Lînn Wegemo diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê xalîkirina etnîkî û dînî dikin, komujiyan dikin û welatên destekê didin çeteyan şermezar kirin. Ji hikûmeta Swêdê jî hat xwestin ku zextê li hikûmeta AKP'ê bike ku zextekê nede çeteyên DAIŞ'ê.

BUKREŞ: Li paytexta Romanya Bukrşê, komkujiya li Pirsûsê li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê hat şermezarkirin. Der barê mijarê de dosya ji rayedaran re hat dayîn û bi rayedaran re hevdîtineke deh deqeyan hat pêanîn. Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser berpirsyariya AKP'ê ya di komkujiyê de.

MADRÎD: Li paytexta Spanya Madrîdê li ser banga Komîteya Piştgirya Gelê Kurd û Rojava, bi desteya 17 rêxistinan komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin. Girseya gel a li ber Wezareta Karên Derve civiya, ji ber qedexekirina çalakiyê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Spanyayê da. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê di komkujiya li Pirsûsê de.

BORDEAÛX: Tecrîda li ser Rêberê GelAê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Pirsûsê, li bajarê Fransa Bordeaûxê bi çalakiyeke girseyî hat protestokirin. Di çarçoveya çalakiya li Meydana Place de la Boûrse de, girseya gel desteguleke reş danî ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê. Rêveberê hDP'ê Hayrî Çelebî li vir peyivî û got, "Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne. Bila kujer Erdogan û keriyê wî DAIŞ zanibin ku em ê Kurdistanê li wan tengav bikin."

STRASBOÛRG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê bi pêşengiya TJKE çalakiyeke girseyî hat lidarxistin û komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê de NCDK, AKM, MLKP, ATÎK, DÎDF, AvEG-Kon û ACTÎT'ê destek dan. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li hemberî gelê Kurd e û hat destnîşankirin ku heta tecrîd bê rakirin ew ê çalakiyan xwe dewam bikin.