Li Essen û Reîmsê çalakiyên ji bo destekkirina xwerêveberiyê
Komkujî û şerê dewleta Tirk û hêzên qesrê yên li hemberî îlanên xwerêveberiyên li Kurdistanê dimeşînin, li bajarê Elmanya Essenê û li bajarê Fransa Reîmsê bi çalakiyan hatin protestokirin.

ESSEN
Qereyaziyên li Essen, Gelsenkîrchen û Hatîngenê dijîn, ji bo şermezarkirina komkujiyan û amadekirina planeke li ser kar û karên li dijî van komkujiyan werin kirin, li Mizgefa Seîdê Kurdî ya li Essenê li hev civiyan.
Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir de, hat destnîşankirin, ku mirovên ji ber zexta dewleta Tirk ji neçarî koçî Ewropayê kirine, nabe ku li pêşberî van komkujiyan bêdeng bimînin.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya tevlîbûna li nava têkoşînê û bang li Kurdistaniyên li derveyî welatî dijîn hat kirin, ku bi berpirsyariya xwe rabin. Di civînê de hat ragihandin, ku divê bi ruhê berxwedana Kobanê, xwedî li berxwedanên xwerêveberiyan ên li Kurdistanê bê derketin.
REÎMS
Berxwedanên xwerêveberiyan, li bajarê Fransa Reîmsê jî bi çalakiyekê hatin silavkirin.
Kurdistaniyên li vî bajarî dijîn, tevî nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo şermezarkirina şer û polîtîkayên komkujiyê meşeke bi meşaleyan lidar xistin. Kurdistanî û dostên wan ên li Place Erlon li hev civiyan, bi şiyara "Em, komkujiyên TC lenet dikin, Pêngava Şoreşgerî ya li Kurdistanê silav dikin" meşiyan.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û li ser polîtîkayên şer ê qetlîamker ên dewleta Tirk, belavok hatin belavkirin.
Çalakî piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.