Hejmara kesên ku duh di qezaya trafîkê ya daweta li navçeya Erxeniyê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 7'an.
Duh li navçeya Erxeniya Amedê wesayîta ku 16 kes tê de bûn û dawetê vedigeriya gund qeza kir. Di encama qezaya nêzî gund pêk hat de Rojîn Bîngol, Emrullah Bîngol û dayîka wan Hatun Bîngol li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan îro gihişt 7'an. 9 Kesên ku di qezayê de birîndar bûyîn jî li nexweşxaneya dewletê ya Amedê tên dermankirin.