Li eniya Minbicê çîroka Mistefa Xalid ê ji Babê

Mistefa Xalid ê ji El Babê da xuyakirin, ku dewleta Tirk ew bi destê Ehrar El Şam radestî çeteyên DAIŞ'ê kir. Xalid, piştî îşkenceya giran a bi mehan lê hat kirin, ji zîndana DAIŞ'ê reviya.

Mistefta Xalid Erebekî ji El Babê ye. Li eniya başûrrojava ya Minbicê em pê re daxivin. Ewilî naxwaze baxive. Ji ber israra me, biryarê dide bipeyive. Lê belê, ji ber ku beşek ji malbata Xalid hê li El Babê ye, naxwaze dîmen were kişandin.

Xalid ewilî xwe dide naskirin. Mistefa Xalid dide zanîn, ku Erebekî ji Babê ye, di dema serhildana gel a li Sûriyeyê de ew tevlî çalakiyan bû û bi qasî 3 mehan di nava Artêşa Azad de ma ye.

Lê belê piştî ku Artêşa Azad dikeve bin kontrola hêzên herêmî û navneteweyî, ji nava wan derdikeve. Dibêje, bajarê ew lê ji dayik bû û mezin bû El Bab, piştî Artêşa Azad dikeve destê komên çete El Nûsra û Ehrar El Şam û dûre jî dikeve bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê.

Misfeta Xalid ragihand, çeteyên DAIŞ'ê 14 kes ji mala wî qetil kirine û anî ziman, ew di xeta Ezaz-Kîlîsê re derbasî nava Tirkiyeyê bûye, piştî ku demekê li vir ma ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, ew birin şaxê emniyetê yê biyaniyan û dûre radestî Îstîxbarata Tirk MÎT'ê hatiye kirin.

Mistefa Xalid anî ziman, MÎT a Tirk jî piştî demeke kurt ew li ser sînorê Ezazê teslîmî çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam kirin, van koman jî di nava demeke kurt de ew radestî çeteyên DAIŞ'ê kirine. Xalid işaret bi têkiliya navbear MÎT, DAIŞ, El Nûra û Ehrar El Şam kir.

Xalid bi qasî 3,5 mehan di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl tê girtin, bi mehan îşkence lê tê kirin û dema firsendekê dibîne ji zîndana çeteyên DAIŞ'ê direve.

Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava bû, weke şervanekî cihê xwe di anv de girt. Destnîşan dike ku armanca wî ya tevlîbûna li nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji nû ve qezenckirina şoreşa ji destê gelên Sûriyeyê hatiye derxisitn e.

Mistefa Xalid dide zanîn, ku ew dixwazin tevahiya Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bike, ji aliyê moral ve ew gelekî baş in û di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hem dijî hem jî şer dike.

Xalid da xuyakirin, ku ew dixwazin tevahiya xaka Bakurê Sûriyeyê, gelemperiya Sûriyeyê bi taybetî Minbic, Bab, Cerablûs û Ezazê ji çeteyan paqij bikin û destnîşan kir, ku ew ê di vê oxirê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û tola şehîdan hilînin.

Mistefa Xalid herî dawî ji welatiyên Sûriyeyê yên xaka xwe terikandiye xwest li xaka xwe vegere û bang li ciwanên Ereb kir ku di nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerê azadî, edalet û wekheviyê mezin bikin.