Hate hînbûn ku gerîla Omer Tansu yê bi navê kord (Kahraman Hakkarî)k udi pevçûna li ser riya Mezra-Elkê ya Şirnexê ku 3 leşker hatin kuştin de birîndar bibû ligel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin û “tevli karwarê şehîdan bûye”.
HPG’ê diyar kir gerîlayê di pevçûna li navçeya Elkê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest daye.
Gerîlaya di7’ê tebaxê de li ser riya Elkêş-Mezara dema kontrola rê dikir artêşa tirk hewl da êrîş bike û li gerîlayan li hemberî vê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de helîkopterek kombara û panzerek hate derb kirin û 3 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di vê pevçûnê hevalê wan Kahraman Hakkarî bi giranî birîndar bûye û ligel hemû mudaxaleyan nehatiye rizgarkirin.
HPG’ê der barê Omer Tansu yê bi navê kod Kahraman Hakkarî de wiha got: “Heval Kahraman li cihekî welatparêz mezin bibû. Her tim eleqeyeke mezin nîşanê tevgera me daye. Xwedî li tevgerê derketiye û her tim din ava rastiya gel de xwe perwerde kiriye û tevli têkoşînê bûye. Berê daye çiyan û bi heyecaneke mezin têkoşîna xwe meşandiye. Heval Kahraman her tim bi pêşve biriye û têkoşîna xwe bilind kiriye. Heval Kahram di 7’ê tebaxê de di pevçûneke di dijmin re tevli karwanê şehîdên nemîr bûye.”