Li Êlihê îşkenceyê li zarokan dikin!
Li Êlihê di dema şermezarkirina girtina hevserok û wekîlên HDP’ê de polîsan êrîş bir ser gel û zarokên bi navê B.A û C. A binçav kirin. Diyar bû ku polîsan di binê çavan de îşkence li zarokan kirine.
Li Êlihê di dema şermezarkirina girtina hevserok û wekîlên HDP’ê de polîsan êrîş bir ser gel û zarokên bi navê B.A û C. A binçav kirin. Diyar bû ku polîsan di binê çavan de îşkence li zarokan kirine.
Êlih 5’ê Mijdarê li Taxa Koçeran girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar kir. Polîsên ku hatin taxê bi guleyên rastî êrîş bire ser gel. Di vê navê de du zarokên bi navê B.A(16) û C.A (16) ku li ber kafeyekê sekinîbûn ji bo ku xwe ji êrîşa polîsan biparêzin reviyan. Di vê demê de zarok bi lêdanê hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê. Zarok piştre birin Qereqola Navendî ya ya Şûbeya Zarokan a Êlihê. Derkete holê ku zarokên ku şevekê di bin çav de mane û nehiştin ku malbata wan, wan bibîne êşkence li wan hatiye kirin.
Zarok piştî xebatên li Emniyetê, bi daxwaza girtinê şandin dadgehê û dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Hate dîtin ku li ser laşê zarokan şopa êşkenceyê heye.
Xezal A. (54) diyar kir kurê wê belesebep hatiye binçavkirin û êşkence lê hatiye kirin û wiha got, ‘’Kurê min û 4 hevalên xwe li ber kafeyê bûn. Ji ber sedema bûyerên li taxê polîsan êrîş anî û gaza tûj avêtin. Kurê min û mixaletiyê wî ji bo ku xwe biparêzin bazdan. Polîs jî bi pey wan ketin, bi lêdanê wan birin emniyetê. Me ji şêniyên taxê agahî stand ku kurê min bi lêdanê hatiye binçavkirin. Li ser ling, mil û pişta kurê min şopa îşkenceyê heye. Ji ber ku ji lingê xwe birîndar bûye dikulkule. Ti sûcê wan nîn e.’’
Her wiha hevalên dibistanê yên B.A jî dibêjin hevalê wan piştî êşkenceyê dikulkule.