BI DÎMEN

Li Êlihê herî kêm 30 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê di navbera polîsên Tirk û gel ê ku ji bo qedexeyên kolanan ên li ser Kurdistanê protesto bikin daketin kolanan de pevçûn didome, hate ragihandin ku herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Êlihê Abdulbarî Karaagaç ragihand ku dema berxwedana gel a li Êlihê de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.

Gel nahêle polîsên Tirk bikeve taxan, li kolanan barîqat danî. Dema pevçûnan de gel bi derpkirinê ve tê binçavkirin.

Li bajarê ku herî kêm 30 kes hatin binçavkirin, dikandaran kepengên xwe girtin, wesayîtên nav bajar jî qontaxên xwe girtin û piştgiriyê didin çalakiyan.

Gelê Êlihê jiyan sekinandiye, bi polîsên Tirk re pevçûn didomin.