Li Efrînê û Şêxmeqsûd agirbest hat ragihandin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê şerê li Kantona Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd de hevpeymanek bi Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê re îmze kir û agirbest ragihand.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê şerê li Kantona Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd de hevpeymanek bi Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê re îmze kir û agirbest ragihand.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê li Kantona EFrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan debarê şerê li Kantona Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd de de hevpeymanek bi Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê re îmze kiriye û agirbest ragihandiye.
Di daxuyaniya Fermandariya YPG’ê ya Kantona Efrînê de wiha hat gotin: “ Îro derbarê agirbesta li gundewarên Kantona Efrînê û Taxa Şêxmeqsûd de di navbera YPG’ê û Odeya Çalakiyan a Fetih a Helebê de hevpeymanek hat îmze kirin.
Em ji raya giştî re diyar dikin ku em wek YPG’ê em ê hevpeymana ku me îmze kiriye, pêk bînin û ti têkiliyên me bi ti hevpeymanên dîtir re tune ne.
Em soza xwe ya parastinê bi gelê xwe yê gundê Meryemîn û Enabê yên girêdayî Kantna Efrînê re nû dikin û em dbêjin em wan ji hemû êrîşan biparêzin.”