Li Efrîne di navbera hezen HSD û çeteyan de şer derket
Hezen HSD bersivek tund da çeteyên EL-Nusra û Ehrar El-Şam ê ku erîşî gunde Bêne. Li taxa Şêx Meqsûd jî çete hezen xwe zede dikin.
Hezen HSD bersivek tund da çeteyên EL-Nusra û Ehrar El-Şam ê ku erîşî gunde Bêne. Li taxa Şêx Meqsûd jî çete hezen xwe zede dikin.
Hêzên Sûriyeya Demoraktîk (HSD) êrîşên çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li ser gundê Bênê bersivand. Li derdora taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî komên çete hêzên xwe komî serhev dikin.
Komên çete yên El-Nusra û Ehrar El-Şam gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi hawanan û fûzeyên topbaran dikin. Di heman demê de çete hewl didin ku ji aliyê gundê Dêr Cimêlê ber bi gundê Bênê ve biçin.
Hêzên Sûriyeya Demorkatîk jî êrîşên çeteyan bersivand û pêşveçûna çeteyan a ber bi gund ve asteng kirin. Di herêmê de şer û pevçûn bi hemû hêza xwe didome.
Di heman demê de çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û hin komên hevalbendên wan, hêzên xwe li derdora taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, kom dikin. Hate ragihandin ku çete hêzên xwe li nêzî rêya Kastêlo kom kirine û amadekariya êrîşan dikin.
Çeteyên El-Nsura, Ehrar El-Şam û hevalbendên wan ji 28’ê Mijdarê ve taxa Şêxmeqsûd a Helebê topbaran dikin û di encamê de jin û zarok jî di nav de zêdeyî 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û ji 80 kesî zêdetir jî birîndar bûn. Her wiha gelek ziyana madî ya welatiyan jî çêbûye.