Li Efrînê dewreya perwerdehiyê ya şervanên xweparastinê bi dawî bû

Li Efrînê Yekemîn dewreya perwerdehiyê ya şervanên xweparastinê ya 6 meh in bi dawî bû.

Li Efrînê Yekemîn dewreya perwerdehiyê ya şervanên xweparastinê ya 6 meh in bi dawî bû.

Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê di 20’ê Hezîrana 2015’an de yekemîn dewreya perwerdeya xwerêveberiyê ya Kantonê dabû destpêkirin. Di vê dewreyê de 200 endaman cih girtin, ji wan 5 kes jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatin efûkirin.

Piştî 6 mehan îro dewre bi merasîmekê bi dawîbû. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên saziyên sivîl û malbatên şervanan amade bûn.

Destpêkê şervanên xwerêveberiyê merasîmek leşkerî li dar xistin. Piştî rêzgirtinê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm axivî û got “Hin kesan digotin ev hêz nikarin Rojava biparêzin, van hêzan ji wan re îspat kir ku ev dikarin Rojava, gelê wê û destketiyên wê heta dawiyê biparêzin. Ji roja destpêkê ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve û heta niha gelê Kurd di qonaxên girîng û dîrokî re derbas dibe. Bi dawîkirina dewreya yekemîn a van hêzan yek ji destketiyên şoreşa me ye, îro jî rojeke dîrokî ji bo Rojava tê hesibandin.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Remzî Şêxmûs wiha got: “ Îro nîşaneya herî mezin a welatparêzî û parastina rûmetê ye. Ev bersiva herî baş a aliyên ku derew dikirin û dixwestin ku vîna van ciwanan bişkînin e.”

Remzî ji şervanên xwerêveberiyê re wiha got: “Wek ku destpêka dewreyê hûn hatin cem me, me îro bi rêzdarî we pêşwazî kir û em we radestî malbatên we dikin.”

Piştre nasnameyên bi dawîkirina dewreyê li şervanan hat belavkirin. Şervanên ku dewreya xwe bidawîkirine tevî malbatan, li ber dengê stranên koma Şehîd Welat a Tevgera Çand û Hunerê govend gerandin.

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedaniya Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokatîk hatin gotin.