Li Edînbûrghê dewleta Tirk hat protestokirin
Kurdistaniyên li paytexta Skoçya Edînbûrghê li hev civiyan, êrîşên qirker ên dewleta Tirk li ser Kurdistanê dimeşîne protesto kirin.

Komek nêzî sed kesî li ber Parlamentoya Skoçya kom bû, bi pankart, al, flamayan ve domahiya du saetan çalakî li dar xistin.
Di çalakiya ku ji çar parçeyê Kurdistanê Kurdistanî amade bûn de aktîvîstên Skoçî jî piştgirî dan.
Êrîşên dewleta Tirk ên di serî de li ser Sûr, Cizîr, Silopiya û Rojava, hat protestokirin, destpêkê DAIŞ êrîşên tevahî hêzên paşverû hatin şermezarkirin.
Di çalakiya ku pankartên “Dewleta Tirk Qetlîamên Xwe Yên Sivîlan Bi Dawî Bike”, “Dewleta Tirk Bajarên Kurdan Bombe Dike” hatin vekirin de broşur li yên parlamento ziyaret dikirin hatin belavkirin.