Li Edeneyê polîsên Tirk ciwanek birîndar kir
Li Edeneyê, ciwanên terora dewleta Tirk portestodikirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşan de ciwanê bi nave Şiyar Sav ji zikê xwe birîndar bû.

Ciwanên li ser rêya Şehîdan a taxa Kuçukdîkîlî a navçeya Seyhan a Edenê kombûn, bi armanca terora dewleta Tirk û polîtîkayên şer ên AKP’ê protestobikin, meşek li dar xistin. Ciwanan li ser rê lastîk şewitandin, rê li çûyin û hatinê girtin. Polîsên hatin cihê çalakiyê bi bombên gaze, bombeyên deng, ava şid û bi guleyên rast êrîş kirin. Li hember êrîşan jî ciwan ketin xweparastinê, bersiv dan polîsên Tirk. Di encama êrîşa polîsên Tirk de ciwanê bi navê Şiyar Sav (18) ji zikê xwe birîndar bû. Sav ê birîndarbûyî piştre binçav jî kirin.
Hate ragihandin ku Sav ê birîndarbûyî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrava ya Aşkim Tüfekçî ya Edeneyê. Têkildarî rewşa tenduristiyê ti agahiyên zelal nehatin bidestxisitin.
Li taxê, li hember êrîşa polîsan, berxwedana li nava kolanan didome.