Bi hezaran kesên ku li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan rastî êrîşa polîsan hatin. Li dijî êrîşan gel ket xweparastinê.
Bi hezaran kes ên ku di pêşengiya Nûnertiya Edeneyê ya TUHAD-FED’ê ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bazara Çarşemê ya Taxa Barbaros a girêdayî navçeya Seyhanê hatin cem hev. Piştî pankart vekirin li ser Cadeya Emînaga meş li dar xistin û dîsa hatin Bazara Çarşemê. HDP, HDK, TÛHAD-FED, KJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DEM-GENÇ û bi hezaran kes tevlî meşê bûn.
Piştî meşê Rêveberê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Seyhanê Yaşar Demîr axivî, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane rêber e ku dikare vî şerî bi dawî bike û daxwaza azadiya Ocalan kir. Demîr wiha got: “Li hember qetlîaman bê deng nemînin, dibe sibehê dereng bibe.”
Piştî axaftina demîr polîsên ku bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kirin bi bombeyên gazê, bombeyên deng û ava şid êrîşî girseyê kir. Li dijî êrîşên polîsan jî gel bi xweparastinê bû bersiv.
Polîs li hember berxwedana gel neçar ma vekişe. Esnafê taxê kepeng girt, gel li dijî êrîşeke ku dibe pêk bê rawestandina xwe didomîne.
Her wiha ciwanên kul i taxên Daglioglû, Karasû, Gulbahçe, Şakîrpaşa yên girêdayî navçeya Seyhanê û Taxa Anadolû ya Yuregîrê hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hatin. Li dijî êrîşa polîsan, ciwan ketin xweparastinê û bersiva êrîşên polîsan dan.
Êrîşên polîsan didome.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî bi hezaran kes ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kurdistanê hewl dan ber bi Qereqola Jendermeyan a Navçeyê bimeşin. Pevçûnên ku bi êrîşên polîsan destpê kirin, didomin.
Bi hezaran kesên ku li Taxa Kuçukkirimê hatin cem hev bi êrîşên polîsan ketin xweparastinê. Esnafan tevahî rojê kepengên xwe girtin, kes li dijî êrîşên polîsan belav nebû, dest bi çalakiya dengderxistinê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê tax di bin gazê de hişt, hate ragihandin ku 3 kes hatine binçavkirin.
Li Taxê, berxwedana gel didome.