Li Ebexê leşkerên Tirk zarokek kuşt

Li Ebexê leşkerên Tirk zarokek kuşt

Li Navçeya Ebexa Wanê zarokê 13 salî yê bi navê Veysî Demîr bi hinceta ku kasibkariya mazotê dike di encama guleberdana leşkeran, hate kuştin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li Gundê Sîtiya Kut ya girêdayê Navçeya Ebexê ya Wanê zarokê bi navê Veysî Demîr yê 13 salî li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê bi hinceta ku kasibkariya mazotê dike ji aliyê leşkerê tirk ve hate gulebarankirin.

Di bûyera ku serê sibê demjimêr nêzî 05.00'an pêk hat de Demîr jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. Hate zanîn ku, cenazeyê Demîr dê ji bo otopsiyê bişînin Wanê.

JI DESTPÊKA 2012 VE HERÎ KÊM 20 KES

Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 20 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.