Li Ebaxê polîsan mala welatiyekî gulebaran kir

Li Ebaxê polîsan mala welatiyekî gulebaran kir

Mala welatiyê Suleyman Koç ê ji navçeya Ebexa Wanê ye û birayê wî Selamî Koç rêveberê BDP’ê ye, 2 roj berê rastî êrîşa çekdarî hat. Koç, diyar kir ku polîsan bi zanebûn mala wî daye ber guleyan û xwest hesap bê pirsîn. Koç, anî ziman ku polîsan bûyer piştrast kiriye û gotine 'Raste hevalên me bi şaşî mala we gulebaran kiriye.'

Li taxa Fatîhê ya Ebexê 2 roj berê mala welatiyê bi navê Suleyman Koç ku birayê rêveberê BDP'ê Selamî Koç e saet di 23.00’ê şevê de ji aliyê polîsekî ve hate gulebarankirin. Mala Koç ku li hemberî miduriyeta polîsan e û tenê kolana Ahmet Îpek di navbera wan de ye piştî gulebaranê lêpirsîn û lêkolîn nehat destpêkirin. Li gel ku di gulebaranê de kule dîwarê malê derbas kir û ket hundirê malê jî dîsa tu lêkolîn nehat kirin. Malbata Koç ku rastî êrîşa polîs hatin anîn ziman ku êrîş bi zanebûn hate kirin û mala wan hedef hate nîşandan. Malbata koç da zanîn ku di navbera mala wan û midûriyetê de 50 metre heye û piştî êrîşê polîs hatine malê guleya hundir ji malê derxistine û delîl winda kirine.

Birayê Suleyman Koç û rêveberê BDP'ê Selamî Koç, têkildarî êrîşê axivî û diyar kir ku du şev berê, polîsan li mala birayê wî gule barandin û zarokên birayê wî bi zor xilas bûne û wiha got: "Em her tim ji aliyê polîsan ve tên şopandin. 2 şev berê jî mala birayê min dan ber guleyan. Piştî êrîşê hatin guleya ketine malê hildan û çûn. Lê der barê bûyerê de heta niha tu lêpirsîn û lêkolin nedan destpêkirin. Ewlehiya me tuneye. Em dixwazin hemû rayedarên dewletê vê yekê bi şopînin. Bila çareyekî bi bînin. Dixwazin me ji vir bar bikin. Lê em ji vir naçin."

‘EM JI BAJARÊ XWE TERK NAKIN’

Koç, bi bîr xist ku polîs pêvajoyê vediguhezînin pêvajoya salên 1990’î ku valakirina gundan hebû û wiha pê de çû: “Dîsa dixwazin wan pêkanînê xwe yê berê bikin. Polîs dixwazin bi van êrîşan derdorê xwe fireh bikin. Vê derê ji wan re bimîne. Ev der warê bav û kalê me ye. Ew dixwazin û ku hez nakin bîla ji vir biçin. Dîsa dixwazin malên me hilweşînin û bidin ber agir. Ev êrîşek bi zanebûn û hilbijartî ne. Berê gundan vala dikirin. Niha jî dixwazin bajar û navenda vala bikin.”

POLÎS: HEVALEN ME BI ŞAŞÎ GULE BARANDINE

Koç, anî ziman ku wan serî li Midûriyeta Polisan daye û li ser bûyerê li xwe mikur hatine. Koç, destnîşan kir ku rayedarê polîsan ji wan re gotine 'Bûyer rast e. Hevalê me bi şaşîtî gûle berdaye. Ne bi qestî kiriye di destê hevalê me de teqiya ye. Dema ku carcura sîleha tije û vala kiriye ev teqandin pêk hatiye.”

Nûnerê ÎHD’ê yê Ebexê Prz. Kutbettin Firtina jî diyar kir ku ewê heta dawiyê vê bûyerê bi şopînin. Fîdan, anî ziman ku bûyer gelek wahîme û weke ÎHD’ê dixwazin tedbîr bên girtin.