Li Dusseldorfê meşa bi dirûşma “Qatil Erdogan”
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi meşekê tê protestokirin.

Bi banga TJK-E, NAV-DEM, ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ve bi hezaran kes bi dirûşma, “Qatil Erdogan” ketin meşê.
Girseya bi hêrs, li hember terora dewleta AKP’ê ya li ser Kurdistanê bertekên xwe anî ziman.
Pankartên, “Ji bo azadiya Rêber Apo em berxwedanê mezin bikin”, “Li dijî mêtingeriyê bijî xweseriya demokratîk” hatin vekirin, dirûşmên, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin gotin.
Piştî meşa ku Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl tevlî bûne, wê mîtîngek bê lidarxistin.