'Li dijî zaliman em bi hev re li ber xwe bidin'
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) Newroz pîroz kir û got, "Divê her kes ji bo cejnên azadî û aştiyê yên mirovahiyê dest bidin hev û li dijî zaliman li ber xwe bidin."
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) Newroz pîroz kir û got, "Divê her kes ji bo cejnên azadî û aştiyê yên mirovahiyê dest bidin hev û li dijî zaliman li ber xwe bidin."
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û Newroz pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Newroza bi azadî û îsyanê re tê heman wateyê, di salên dawî de li dijî faşîzma AKP'ê ya serdest veguheriye ala serhildanê û hat gotin, "Zîhniyeta AKP'ê ya li Tirkiyeyê, li welatên Sûriye, Iraq, Lîbya, Misir, Tûnis, Yemen û gelek welatan veguheriye çeteyên kujer ên DAIŞ'ê. Bi barbarî êrîşî dewlemendiya çandî û gelên ji ber qirkirinan man e, dike. Ji ber van êrîşan Mûsil, Amed, Tedmûr û bi dehan navendên dîrokî hatin rûxandin, mîrateya hevpar a mirovahiyê li pêş çavên dewletan hatin tinekirin û tê tinekirin. Recep Tayyîp Erdogan û hemû alîgirên wî, di bin navê artêşa Îslamê ya Sûnî de, cewhera olan berevajî nîşan didin, ekolojiyê xera dikin û bi vî rengî hewl didin împaratoriyeke dûrî serdemê, ava bikin. Li hemberî aştî, azadî, demokrasî, Newroz û her kesên mûxalîf, dijminatiyê dikin. Bi qedexekirina Newrozan, bi girtina rojnamevan û rewşenbîran, bi girtina organên çapemeniyê re divê zanibe nikare tiştekî bi dest bixe. Ji ber ku berxwedana azadiyê ya gelan, bêhtir bi xurtî mezin dibe û zincîrên koledariyê dişikîne."
'JI BO CEJNÊN AZAD, EM LI BER XWE BIDIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bêyî cihêkarî di navbera nîjad, ziman, ol û zayend de bê kirin, ji bo cejnên azad û aştiyê yên mirovahiyê divê her kes dest bide hev û li hemberî zaliman li ber xwe bidin." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Gelê Suryanî, berî sed salan li Mezopotamya û Anatoliyê tevî gelên Ermenî û Helen hat qirkirin. Ji ber vê yekê êşên gelê Kurd, Êzidî û hemû civakên rastî êrîşan tên, ji kûrahiya dilê xwe ve hîs dikin, dijîn."