Li dijî Sercerdevan Nesîm Tîmûr êrîşa çekdarî

Li dijî Sercerdevan Nesîm Tîmûr êrîşa çekdarî

Sercerdevanê ku li bajarokê Mezra yê girêdayî navçeya Bêşebaba Şirnexê rûdinê rastî êrîşa çekdarî hat û giran birîndar bû.

Li gorî agahiyan; sercerdevan Nesîm Tîmûr dema ku ji bajarokê Mezra diçû navçeya Bêşebabê rastî êrîşa çekdarî hat û giran birîndar bû, bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê.

Hate diyarkirin ku, Tîmûr bixwe wesayîta xwe bikar di anî, du kesên din jî li rexbûn lê belê hedef Tîmûr bû. Tiştek bi kesên li rex wî nehat.

Hate hînbûn ku, sercerdevan Nesîm Tîmûr birayê Şaredarê Bajarokê Hisnî Tîmûre. Lê belê Tîmûr rastî êrîşa kê hatiye agahî nehate dayîn.