Li dijî qereqola Şehîtlîk a Amedê êrîş

Li dijî qereqola Şehîtlîk a Amedê êrîş

Li navçeya Yenîşehirê ya Amedê piştî mexribê li dijî Qereqola Polîsan a Şehitlikê êrîşa çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê demek kin pevçûn pêk hat û kesên êrîş pêk anîn di nava kolanan de winda bû.

Li navçeya Yenîşehîra navenda Amedê şevê din saet di 20.40'an de li dijî Qereqola Polîsan a Şehitlikê êrîşa çekdarî pêk hat. Piştî êrîşê demek kin pevçûn pêk hat û êrîşkar di nava kolanan de winda bû. Hate zanîn ku êrîşkar nêzî 19 gule li qereqolê reşandin.

Piştî êrîşa li dijî qereqolê li taxa Ben û Senê operason dan destpêkirin. Hate zanîn ku hemû ketin û derketinên taxê kirin bin kontrolê. Tîmên taybet yelekên çelîk li xwe kirin û daketin nava taxê.