NÛ BÛ

Li dijî qereqola jendermeyan çalakî: Gelek leşker mirin û birîndar bûn

Li hemberî Qereqola Jendermeyan a gundê Cewzatê ya Mêrdînê bi wesayîteke bombebarkirî çalakî hat lidarxistin. Li gorî agahiyan, gelek leşkerên Tirk mirin e.

Li hemberî Qereqola Jendermeyan a gundê Cewzatê yê navçeya Mêrdîn Artûklûyê, bi wesayîteke bombebarkirî çalakî hat lidarxistin. Piştî çalakiyê li dora qereqolê şer derket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, avahiya qereqolê bi temamî rûxiya ye û gelek leşkerên di bin xirbe de man e, mirin e. Her wiha gelek leşker jî birîndar bûn. Dengê teqînê li navenda Mêrdînê jî hat bihîstin.

Piştî çalakiyê, ji bo rakirina mirî û birîndaran ambûlans sewqî cihê qereqol lê bû, hatin kirin.

Piştî çalakiyê bejahiya gundê Çemê Reşan ê girêdayî gundik û bejahiyên navçeyê ji aliyê helîkopteran ve hatin bombekirin. Di encama bombekirinê de li bejahiya gundê Çemê Reşan şewat derket. Her ku diçe şewat mezin û berbelav dibe. Tîmên agirkuj ên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û gelê herêmê hewl didin ku şewatê vemirînin.