Gerîlayên HPG’ê li navçeya Şemizînan a Colemêrgê li dijî qereqola Harûnan çalakiyek li dar xistin. Pevçûna li herêmê hîna jî berdewam dike.
Qereqola Harûnanli ser êrya Geverê ye û 23 km ji Şemizînanê dûr e. Der barê encama çalakiya gerîlayan de tu encamek zelal nehatiye bidestxistin.
Gerîlayên HPG’ê îro di saetên danê nîvro de li dijî karwanê leşkerî yê ji bajaroka Rûbaroka Şemizînanê diçû qerqola Şepatayê çalakiyek li dar xistin û di encamê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, îro di saetên danê nîvro de gerîlayên HPG’ê li dijî karwanê leşkerî yê ji bajaroka Rûbarokê diçû qereqola Şepatayê li rastî çalakiya gerîlayên HPG’ê hat û di encamê de herî kêm 3 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn.HERÊMÊN DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE BERFIREH DIBIN
Ji 23’yê tîrmehê ve herêmek berfireh a li Şemizînanê di bin kontrola gerîlayên HPG’ê de ye. Gelek caran pevçûn kîlomtereyek li dûrî bajêr diqewiem. Artêşa Tirk ji bejahî ve nikare bikeve herêmên di bin kontrola gerîlayande û herêmê ji hewayê ve bombebaran dike.
Gerîlayên HPG’ê di 4’ê tebaxê dejî, li Çelê li dijî 19 navendên leşkerî çalakiyên bi bandor li dar xistin û zêdetirê 100 leşker hatin kuştin. Gerîlayan zêdetirê 20 çekan bi dest xistin û HPG’ê ragihand ku kontrola gerîlayan a li ser herêmê berdewamdikin.
Walîtiya Colemêrgê li Şemizînan, Çelê û Geverê heft herêmanan li sivîlan qedexe kir ev yek jî piştrast dike ku herêm di bin kontrola gerîlayan de ye.
PÊVAJOYA ŞEREKÎ NÛ
Serokatiya Konseya Rêvebera KCK’ê di daxuyaniya di 6’ê tebaxê da de got; “ Hukûmeta AKP’ê li dijî Rêbertiya me û li dijî gelê me bi tevahî şerek daye destpêkirin. Dewleta Tirk dixwest gerîlayên Kurdistanê wekî Pilingên Tamîlê dorpêç bike û gerîlayên Kurdistanê ji holê rake. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi taktîk û çalakiyên nû li dijî dewleta dagirker li gorî stratejiya demê hemleyeke şoreşgerî di serî de li Gever, Çelê û Şemzînanê xistiye dewrê. Diyar e ku li Kurdistanê rewşeke şer heye. Ev şer li dijî êrîşên metîngeriya faşîzan, hemleya Perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî yê ku gelê me biparêze.
Di serî de bi taybetî li Şemzînan, Gever-Oremar û Colemêrg-Çelê û li hemû Kurdistanê şerekî nû hatiye destpêkirin. Lê hikûmeta AKP û Dewleta Tirk vê şerî bi riya medya xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre.
TAKTÎKA NÛ YAGERÎLAYAN
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Sozdar Avesta jî got; ''Ev pêngavek leşkeri, rêxistînî ye û derxistina dijmin a ji Kurdistanê armanc dike, yanî operasyonek şoreşgerî ye. Wekî berê çalakiyek nîn e ku gerîla lê bixin û paşve vekişin, operasyonek mayînde û domdar e.(…) Êdî hemleyeke şoreşger dest pê kiriye. Divê aliyeke din jî gelê me rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk ava bike.”
HPG’ê van çalakiyên xwe bi awayê “tevgera şoreşgerî” bi nav kir û ev yek weke “taktîkek nû” tê destnîşankirin. Serokê Konseya Rêveber di hevpeyvîna dabû ANF’ê de diyar kir ku gerîlayan êdî li Bakûrê Kurdistanê çeperên xwe danîne û got; “. Niha di nava 35 km ên hundirê sînor de gerîla hene. Bi vî awayî êdî derveyê sînor û hundirê sînor bûye çîrok. Gerîlayan jixwe li deverên nêzî Şemizînanê çeperên xwe danîne. Hemû hewldanên dewleta Tirk ên ji bo gerîlayan ji vir derbixin, hatine pûçkirin.”
Karayilan got; “Ligel taktîka gerîlayan a lêxe-bireve, niha di rojevê de taktîkek nû ya bi awayê li gelek cihan lêbixe, li wir çeperên xwe deyne û serweriya xwe ya li ser herêmê pêş bixe, di rojevê de ye. Di vê çarçoveyê de niha li Kurdistanê rewşa şerek dijwar heye.”