Hat hînbûn ku, li hemberî qereqola Dêleziya navçeya Gevera Colemêrgê êrîşek pêk hat.
Şevê din di demjimêr 22.30'an de gêrîlayên HPG’ê li dijî qereqola Dêleziyê êrîşek pêk anîn. Li gorî agahiyên ji şêniyên gundê Dêleziyê hatine bidest xistin gêrîlayan ji du aliyan ve êrîşî qereqolê kirine. Piştî êrîşê gelek balefirên şer, helîkopter û heron hatin herêma bûyerê û herêm bombebaran kirin. Ji bejahiyê jî operasyoneke berfireh destpê kir.