Li dijî Çiyayê Gabarê yê dikeve navbera Şirnex û Sêrtê de ji aliyê Tûgaya Seslîce ya 23.Fermandariya Tumena Sînor ya Şirnexê operasyon hate destpêkirin.
Helîkopterên Kobra jî tevlî operasyonê bûn, hat dîtin ku li herêma daristanê ya ku hate bombebaran kirin jî agir jê radibe. Agirê ku bidaristanê ketî biçav li Şirnex û Cizîrê tê dîtin.