Hate ragihandin ku, li Colemêrgê gêrîlayên HPG’ê hemwext li dijî du qereqolên cûda çalakî pêkanîne. Tê diyarkirin ku, pevçûnên piştî serdegirtinê destpêkirî hêjan didomin.
Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê li gorî demjimêra herêmî 23’an de li dijî Qereqola Geçîmlî ya girêdayî navenda Colemêrgê çalakî pêkanîne. Li herêmên sînor ku pevçûnên dijwar lê diqewimin, tê gotin ku gêrîlayên HPG’ê çekên giran bikaranîne. Di derbarê mirî û birîndaran de agahî nehate girtin.
Li aliyê din jî gêrîlayên HPG’ê li bejahiya Çelê li dijî Qereqola Karataşê bi çekên giran çalakiyek pêkanîne. Di êrîşê de qereqola Karataş û girên derdor yên parastinê hedef hatine girtin.
Tê ragihandin ku, li vê herêmê pevçûnên dijwan berdewam dikin.