Li dijî 2 wesayîtên zirxî roket hatin bikaranîn

Li Nisêbînê bi qedexeyan re êrîş dewam dikin. Hêzên xweparastinê jî li dijî 2 wesayîtên zirxî yên li ser Cadeya Çagçag rawestiyabûn, çalakiyên bi roketan ên hemwext li dar xistin.

Li Nisêbînê 6. qedexeya kolanan bi êrîşên dewleta Tirk ve didome. Qedexeya li ser taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle dewam dike, her wiha êrîşên zêde jî destpê kirin. Danê nîvro êrîş dijwar bûn, li dijî 2 wesayîtên zirxî yên li ser Cadeya Çagçag rawestiyabûn, çalakiyên hemwext ên bi roketan hatin lidarxistin. Her du wesayît jî hat asta ku êdî nema tê bikaranîn, piştî demekê bi panzeran ji cihê bûyerê hatin kişandin. Têkîldarî mirî an jî birîndaran ti agahî bi dest neketin, li heman nuqteyê wesayîtên zirxî yên din bicih kirin û tax dane ber guleyan.

Êrîş li Kolana Kordon a girêdayî Taxa Firatê û Cadeya Çagçagê zêde bûne, her wiha tîmên taybet taxan rasterast gulebaran dikin.