Hate hînbûn ku, piştî ku ji Qereqola Cendirmeyan ya Navçeya Pilemûrê ya Dêrsimê gule hatin reşandin şewat derketiye.
Li navçeya Pilemûrê di nava heftiyê de ducaran agir bi daristana ket. Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, di demjimêrên sibehê de piştî dengê çekan ji navçeyê hatin bihîstin, ji girê pişt Taxa Meydanlarê dûman rabûn. Dûmana ku bilind bû gihişt navenda navçeyê jî. Hate hînbûn ku, yekîneyên girêdayî Midûriyeta Bikaranîna Daristanê ya Dêrsimê ji bo mudaxeleyî agir bikin ketine rê.