Li Dêrsimê qetlîamên Mereş û 19’ê Kanûnê hat protestokirin
Meclisa Gel a Dêrsimê qetlîamên Mereş û 19’ê Kanûnê protesto kirin.
Meclisa Gel a Dêrsimê qetlîamên Mereş û 19’ê Kanûnê protesto kirin.
Meclisa Gel a Dêrsimê, ji bo protestokirina qetlîamên Mereş û 19’ê Kanûnê li kolana Sanatê hatin cem hev û ber bi Sûka Binerd ve meşiyan. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, Hevseroka HDP’ê ya Bajar Perîhan Hoşoglû, Hevseroka DBP’ê ya bajar Gulistan Yildiz û gelek kes beşdarî meşê bûn. Di çalakiyê de bi dirûşmên “ Qatîl Erdogan” qîr kirin, daxwaza avakirina komîsyona heqîqetê hat kirin.
Di çalakiyê de nûnera ÎHD’ê Evrîm Ay daxuyanî xwend û wiha got: “ Operasyona 19’ê Kanûnê li hember nêrînên mûhalîf, rastiya xwe jî li hember perçiqandin hêzên rêxistinên çepgir, dawî anîn, pêkanîneke bi hegemonyayek saxlem a armanca helandinê ye” wiha berdewam kir:
‘ DEWLETÊ MAFÊ JIYANÊ JI DEST GIRT Û GEL XAPAND’
“Di encama têkoşîna bi salan a li hember van operasyonan ji aliyê girtiyan ve hatiye qezençkirin, bi şidetê hemû maf ji destan hatiye girtin. Dewlet çapemeniyê bi rê ve dibe, hemû rêyên ku çapemenî nûçeyan jê bigire dagirkiriye û bûye sedem ku tenê ji çavkaniyekê nûçe werin girtin. Rêz nayê dayin ku raya giştî xwe bigihîne rastiya bûyeran û raya giştî dixapînin. Dewlet li şûna ku girtiyên di bin ewlekariya xwe de biparêze li ser navê otorîteriya xwe bide îspatkirin mafê yekem, mafê jiyanê binpê dike.”
DAXWAZA KOMÎSYONÊ HAT KIRIN
Ay wiha berdewam kir: “ Carek din di salvegera qetlîama Mereşê de em bang dikin: Ji bo edalet û ronîkirinê divê komîsyon werin avakirin. Li Tirkiyeyê divê rastî derkevin holê. Em dixwazin hemû sucê dijmirovahiyê, destpêkê faîlên wan werin dadgehkirin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê girse bi dirûşm û çepikan ji qadê belav bû.