Li nêzî Tabûra Qomando ya Cendirmeya Pulurê li dijî wesayîta polîsan ya dewriyeyê digeriya êrîşeke çekdarî pêk hat.
Şevê din li dora demjimêr 21.10'an li navçeya Pulura Dêrsimê bi çekên lûledirêj êrîşek pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, wesayîta polîsan ya li nêzî Tabûra Qomando ya Cendirmeya Pulurê dewriyeya digeriya rastî êrîşa çekdarî hat. Piştî ku polîsan jî bersiva êrîşê da pevçûn derket. Piştî bûyera ku mirî yan jî birîndar çênebûyîn operasyon hat destpêkirin.