Li Dêrsimê ji bo Tahîr Elçî balonên hêviyê hatin firandin
Li Dêrsimê, ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat qetilkirin, aktîvîteyek hat lidarxistin. Di axaftinên de soza şopandina bexwedana Elçî hat dayin.
Li Dêrsimê, ji bo Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat qetilkirin, aktîvîteyek hat lidarxistin. Di axaftinên de soza şopandina bexwedana Elçî hat dayin.
Di pêşengtiya Meclisa Gel, li Qada Seyîd Riza ya li Dêrsimê ji bo Tahîr Elçî aktivîteyek hat lidarxistin. Bi şîara “ Xwedî li mîrateya Tahîr Elçî derkeve” balonên hêviyê hatin firandin, nûnerên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî axivîn.
BÛL: TI CAR DEST JÊ BERNADIN
Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl wiha got, “ Her kesê ku aştîxwaz di vî welatî de, rewşenbîrên ji bo aştiyê hewl didin, nivîskar û helbestvan her tim dixwazin bêdeng bikin. Em vê ji Ahmed Kaya, Hrant Dînk dizanin, lê belê em dest ji yekîtî , aştî û berxwedana xwe ti carî bernadin.”
Bûl diyar kir, “ Serokê Baroya Dêrsimê ji ber fikrên xwe aniye ziman daxwaza girtinê tê kirin, Serokê Baroya Amedê jî hat qetilkirin.”
YILDIZ: BERXWEDANA WÎ BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKÎN
Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk Gulseven Yildiz got: “Berxwedana me wê bidome. Sakîne, Fîdan û Leyla hatin qetilkirin, lê berxwedan bi dawî nebû. Îro jî Tahîr Elçî hat qetilkirin, hê ev berxwedan didome û wê bidome jî. Berxwedana ku me ji Tahîr Elçî wergirtî bi serketinê tacîdar bikin.”
Di aktivteyê de, sînevîzyona ku jiyana Tahîr Elçî nîşan dida hat pêşandan.