Li Dêrsimê dewlet êrîşî aştî û pîrozmendiyan dike!

Li Dêrsimê, terora dewletê ya li dijî mirovahiyê dewam dikin. Şerê li herêmê jî didome.

Li Dêrsimê, terora dewletê ya li dijî mirovahiyê dewam dikin. Şerê li herêmê jî didome. Di encama bomberdûmanê de ji "Şehîdgeha Selcan Çîçek û Doktor Baran" dûxan bilind dibe.

Piştî ku rêya Dêrsim-Pilemûrê ji aliyê Walîtiyê ve hat girtin, artêşa Tirk ji bo operasyona leşkerî ya li sêgoşeya Hakis, Markasor û Roşnekê hêzeke zêde ya leşkeran veguhast. Leşkerên Tirk êrîşî "Şehîdgeha Selcan Çîçek û Doktor Baran" a li gundiê Tahti Samû yê gundê Roşnekê kirin, ku li vê derê hestiyên PKK'yî û mirovên di Komkujiya Dêrsim 38'an de jiyana xwe ji dest dane, hatine veşartin. Di vê êrîşê de goristan û mala cem a di nava goristanê de hatin xerakirin.

Ji ber ku wesayîtên zirxî yên bi tîpa kobra yên li cihekî nêzî goristanê hatine bicihkirin bi çekên giran guleyan li goristanê direşînin, ji goristanê dûxan radibe.

LI BAJÊR ELEKTRÎK Û AV NÎNE

Her wiha li bejahiya Geliyê Pilemûrê, bi helîkopterên bi tîpa Kobra leşker tên veguhestin. Xeta elektrîkê ya li ser rêya Dêrsim-Pilemûrê, ji ber bomberdûmana ji aliyê leşkeran ve hat kirin, xera bû. Li navenda bajêr û gundan elektrîk û av qut bûne.

Personelên Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya Dêrsimê, ji bo xebitandina sîstema jeneratorê çûn herêmê.