Li Dêrikê terora dewleta Tirk didome
Li Kerboranê polîsên Tirk di saetên sibehê de avêt ser malan, binçav kirin, kontrola nasnameyan kirin û pêkanînê terora dewletê didomînin.

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê ku serê sibehê xebatkara Azadiya Welat Yasemîn Yilmaz û jinek hatin binçavkirin polîsan di saetên nîvro de jî bi ser mala keyayê taxa Kuçukpinarê Ramazan Dînler de girtin. Polîsên Tirk demeke dirêj li malê lêgerîn kirin, Dînler û hevsera wî binçav kirin.
POLÎSAN NASNAME DESTESER KIRIN
Ji ber pêkanînên terira dewletê Hevşeradara Dêrikê Sabahat Çetînkaya ya di çû taxa Kuçukpinarê, polîsan dest danîn li ser nasnameyên Çetînkaya, Rêveberên DBP û HDP û nûçegihana Şahem Akkaş. Çetînkaya û kesên pêrê li vir 2 saetan hatin rawestandin û piştre nasnameyên wan hatin dayîn.
'EM Ê LI DIJÎ PÊKANÎNÊN FAŞÎST LI BER XWE BIDIN'
Hevşaredar Çetînkaya li dijî desteserkirina nasnameyan nerazîbûn nîşan da û diyar kir li navçeyê pêkanînên terora dewletê heye û ev tişt anî ziman: "Em ê bi gelê xwe re li dijî van pêkanînên ne demokratîk û faşîst berxwedana xwe xurtir bikin."
Jina ku bi îşkenceyê hate binçavkirin û keyayê taxa Kuçukpinarê Ramazan Dînler û hevsera wî Remziye Dînler jî li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê tên rawestandin.