Li navçeya Dêrika Mêrdînê dema ku wesayîta polîsan li dewriyeyê digeriya rastî êrîşa bombeyî hat. Hat ragihandin ku di êrîşa ku wesayîta polîsan agir jê rabû de herî kêm polîsek mir û 3 polîs birîndar in. Piştî bûyerê kesek hat binçavkirin.
Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê li dijî wesayîta polîsan a derketibû dewriyeyê êrîşeke bombeyî hat lidarxistin. Dema ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê derdiket, ji ber sedema tundiya teqîna bombeyê wesayît perçe perçe bû. Hat zanîn ku bi çekên lûledirêj jî êrîşê wesayîtê kirine. Şahidek bûyerê got; “Di wesayîtê de 3 an jî 4 polîs hebûn. Ne mimkun e ku kesek ji wê teqînê rizgar bibe.”
Waliyê Mêrdînê Tûrhan Ayvaz ragihand ku 3 polîsên birîndar bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên dermakirin û ji bo polîsê ku rewşa wî xedar e, ji Wezareta Tenduristiyê daxwaza embûlansa balefir kir. Lê hat zanîn ku piştî daxuyaniya walî, polîsê bi navê Yasîn Kaya miriye. Hat zanîn ku jiyana polîsê bi navê Erdem Sokmen û polîsek din jî di xeteriyê ye.
LI NAVÇEYÊ OPERASYON
Piştî li dijî maşîneya polîsan teqîn pêk hat, li navçeya Dêrikê bi tevlêbûna helîkopteran operasyonek berfireh hate destpêkirin. Hate zanîn ku polîsên sivîl û timên taybet jî tevlî operasyone bûn û gelek helîkopterên kobra û skorsky jî ji Amedê ji bo piştgiriyê çûn Dêrikê. Li navçeya Dêrikê ku tedbîrên awarte hatine girtin polîs nasnamya weletiyan kontrol dikin. Hate zanîn ku di kontrola nasnameyan de kesek hate binçavkirin
JI EMNIYETÊ ANONS
Hate zanîn ku Midûriyeta Polîsan a Amedê jî bi bêtêlê bang li hemû polîsan kiriye û di anonsê de xwestiye ku hemû polîs li dijî êrîşên pêkan amade bin û li hemberî êrîşan amade bin ku çekên xwe şên lûledirêj bikar bînin. Midûriyetê di anonsê de xwestin hemû polîs yelekên çelîk li xwe bikin. Midûriyetê di anonsê de xwest li hemberî îxbaran û bûyerên xeter di serî de maşîneyên zirxî û pişt re maşîneyên din biçin cihê bûyerê.