Li Dêrikê kesek hate girtin

Li Dêrikê dema qedexeya kolanan de kesek hatibû binçavkirin.

Li navçeye Dêrik a Mêrdînê dema qedexeya kolanan de 5 kes hatin girtin û piştî 4 rojan derxistin dadgehê. Piştî îfadeyên M. Alî Bahçecî, Mehmet Bahçecî, Îbrahîm Poyraz û Şeyhmûs Ata yên li Dozgeriyê serbest hatin berdan. Hamdûllah Dolek bi îdîaya ku endamê rêxistinê ye sewqî dadgehê kirin.

Dolek yê ku li dadgehê hate girtin, şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdinê.