Li Dêrik û Rezanê Newroz hat pîrozkirin
Tevî qedexeya Walîtiya Mêrdînê jî li navçeya Dêrik a Mêrdînê newroz hat pîrozkirin. Li navçeya Rezan a Amedê jî agirê Newrozê hat pêxistin.

DÊRIK
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ligel qedexeya walîtiyê jî gel newroza xwe pîroz kir. Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî di nav de bi sedan kes ji bo pîrozbahiyê hatin cem hev. Beriya pîrozbahiyê Demîrel û kesên pêre esnaf ziyaret kirin û Newroza wan pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de govend hate gerandin û dirûşm hatin berzkirin.
Demîrel şervanên azadiyê yên ku di berxwedana Botanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr xist û wiha got: "Ew wekî Mazlum Dogan, Sakîneyan, Zekiye Alkan cihê xwe di dîroka Kurdistanê de girtin. Niha hê jî li Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Gever, Dêrik û Sûrê em yên ku li ber xwe didin silav dikin. Berxwedana wan silav dikin, Newroza wan pîroz dikin."
Pîrozbahiyê bi govenda li dora agir bi dawî bû.
REZAN
Li navçeya Rezan a Amedê bi sedan şêniyan li Taxa Şexşamîl agirê Newrozê pêxistin. Di pîrozbahiya dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin de fîşekên hewayî hatin berdan û agir hate pêxistin. Piştre koroya zarokan stran gotin. Bi sedan kesên li derdora agir stranên berxwedanên gotin, govend gerandin.
Hevseroka DBP’a Baglarê Arzû Karaman di axaftina xwe de got berxwedana Newrozê ji Mazlûman ji gelê Kurd re mîrateye.