Li Daquqê 7 cenaze hatin dîtin

Li nêzî şîrketa Zambûr a li navçeya Daqûq a Kerkûkê 7 cenaze hatin dîtin. Nehat zanîn bê cenaze aîdî kê ne û bûyerek rû daye yan na. Asayîşa Daquqê têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin.

Li nêzî şîrketa Zambûr a li navçeya Daqûq a Kerkûkê 7 cenaze hatin dîtin. Nehat zanîn bê cenaze aîdî kê ne û bûyerek rû daye yan na. Asayîşa Daqûqê têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin.

Berpirsyarê Asayîşa Daqûqê Pola Delo yê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku bûyerê dişopînin. Delo ragihand ku cenaze aîdî kesên ku berî niha bi hefteyekê jiyana xwe ji dest dane, der heqê cinayet çawa, ji ber çi pêk hatine û fail kî ne nizanin. Delo destnîşan kir ku ji kincên li ser cenazeyan texmîn dikin ku Ereb in.