Li Danîmarkayê li Qenalê Nûçeyan TV2 de çalakiya Kurdistaniyan
Li paytexta Kopenhang a Danîmarka Kurdistaniyan bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, li pêşiya Qenalê Nûçeyan a TV2 çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Kurdistaniyên li Danîmarka ji bo dawîanîna terora dewleta Tirk û qetlîaman, her wiha piştgirîdayîna berxwedana gelê Kurd di saetên şevê de li pêşiya avahiya Qenalê Nûçeyan a TV2 qasî nîv saetê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Têkildarî qetlîamên li Kurdistanê daxuyanî hat xwendin û peyamên piştgiriya berxwedanê hatin dayîn.
Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” û “Bijî Berxwedana Kurdistanê” qîr kirin, piştî soza TV2 ya “ Em ê mijarên têkildarî qetlîamên li ser Kurdistanê bigirin dest” çalakî bi dawî bû.