Li Cûdî piştî operasyonê şewat derket

Li Cûdî piştî operasyonê şewat derket

Li Çiyayê Cûdî piştî operasyona leşkerî li herêma daristanê şewat derket. Hate zanîn ku li herêma Hesena qada daristanî şewitî û şewat didome.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, li herêma Çiyayê Cûdî piştî demjimêrên nîvro li qada daristanî şewat derket. Hate zanîn ku, şewat piştî operasyona leşkerî li qada daristanê pêk hat. Şewat li herêma Hesena qada daristanî derket û bi hêza ba di demek nêzîk de belav bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hin malên herêmê jî ketine nava qada agir. Welatiyên herêmê diyar kirin ku, leşkeran serê sibê li Kontarê Çiyayê Cûdî operasyona leşkerî dabûn destpêkirin û şewat piştî operasyonê dest pêkiriye. Şewata li Cûdî didome.