Li navçeya Silopî ya Şirnexê li dijî çiyayê Cûdî bi tevlîbûna hêzên kontra jî amadekariyên operasyonekî mezin tê kirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, bi tevlîbûna çeteyên girêdayî dewletê yên gundê Kite û Bêspîn yên ser bi Silopiyê ve amadekariyên operasyonekî mezin ber bi çiyayê Cûdî tê kirin. Tê diyarkirin ku plana operasyonê Herpol, Bêspîn, Girê Çolya û Hesenê dê bigire nava xwe.