Li çoltera Hezexê êrîşên hewayî didomin
Li derdora Hezexê qada ku roj balafirên şer bombe dikir, danê êvarî jî rastî êrîşa helîkopterên Kobra hat.

Li navçeya Hezex a Şirnexê ku terora dewletê lê didome, çoltera gundên Hedil, Îvan û qada Geliyê Dojehê, ku danê sibehê ji aliyê balafirên şer ên F-16 hatibûn bombekirin, saetên êvarî jî rastî êrîşa helîkopterên Kobra hat. Tê gotin ku li qadê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û cerdevan jî tevlî bûne.
Her wiha, hate hînbûn ku ji gundê Gizir ê girêdayî navçeyê jî Feyzî Çelebî, Mûrat Çelebî, Sadik Çelebî, Nûrûllah Çelebî, Zekî Aygun, Şukru Aygun û Abdullah Aslan ji aliyê leşkeran hatine binçavkirin.