Li Colemêrgê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Li Colemêrgê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Ji 2 zarokên ku li Taxa Yenî ya Çelê ya Colemêrgê pêl li mayînan kiribûn û birîndar bibûn, zarokê bi navê Şaban Aslan (12) jiyana xwe ji dest da.

Ji 2 zarokên ku li ber kulubeya nobedê ya leşkeran a li cihê 49'emîn kevîrê sînorê ya li Taxa Yenî ya Çelê ya Colemêrgê ye, dema pezên xwe diçêrandin pêl li mayînan kiribûn û birîndar bibûn, zarokê bi navê Şaban Aslan ê 12 salî jiyana xwe ji dest da. Aslan û zarokê bi nave E.A. (10) piştî bûyerê rakiribûn Ocexa Tendûristiya Çelê û lê Aslan ji ber ku rewşa wî giran bû jiyana xwe ji dest da. Li bendê ye ku E.A. bi helîkopterê sewqî Colemêrgê an jî Wanê bên kirin.