Li Colemêrgê lêgerîn bidawî bûn

Li Colemêrgê lêgerîn bidawî bûn

Li Colemêrgê lêgerînên li KESK'ê destpê kiribûn bidawî bûn, hat hînbûn ku di lêgerînan de kesek nehatiye binçavkirin.

Lêgerînên vê şeveqê platforma şaxên KESK'a Colemêrgê, mala Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Weqif û Diyanetê (DÎVES)'ê Lokman Ozdemîr û mala nûnerê Yapi-Yol Senê Îlhan Akbaş destpê kiribûn bidawî bûn. Di lêgerînan de hardîskên komputoran, flash dîsk, CD û gelek weşan hatin desteserkirin. Di lêgerînan de kesek nehat binçavkirin.