Li Colemêrgê derabe nehatin vekirin

Li Colemêrgê derabe nehatin vekirin

Li Colemêrgê ji ber agahiya ku dê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hayatî Olmezê (Mûnzûr Çelê) îro bînin navenda bajêr, esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin.

Hate zanîn ku cenazeyê gerîla Hayatî Olmezê (Mûnzûr Çelê) ku di pêvçûna li Wanê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatiye wergirtin û dê li Gundê Dêra Mersa ya girêdayê Çelê bispêrin. Esnafên li Colemêrgê ji ber vê agahiyê vê sibê derabeyan xwe venekirin.